TEKNOLOJİ
SAĞLIK
EĞİTİM
ETKİNLİKLER
ORTADOĞU
VAN
HAKKARİ
ŞIRNAK
GENEL
MAGAZİN
DİNİ
KÜLTÜR SANAT
SİNEMA
YEREL
POLİTİKA
ASAYİŞ
ÇEVRE

Yes Barzanî Can


Newzad Becirmanî

Newzad Becirmanî

11 Temmuz 2016, 12:21

Di nav Kurdan de nêrînek û nêzîkbûyînek he ye ku dibêjin “Mislimanan mafên me binpê kirin”. Ev galgal xelet e, lê di pratîkê de rast e. Çawa xelet e û çima pratîka wê rast e. Lewra tevî ku ev di ‘esl û bingeha Îslamê de nin e û wesîqe û peymana Medînê jî delîla herî mezin ya li ber çava ye. Lê Mislimanan ev wesîqe û peymana ku Pêxemberê Xwedê Mihemed (s.x.l) bi niştecihên Medînê re piştî koçberîya ji Mekehê çêkiriye piştçav kirine.
 
Bi parçekirin û parvekirina dewleta Osmanîyan re fikr û hizra dewleta netewî hate Rojhilata Navîn. Her çi qas ev fikrê dewletên bi hêz yên cîhanî (Super Powers) jî bû, lê ji bo êl û eşîrên Ereb, Tirk û Farisan cazîb hatiye û dewletên xwe yên netewî bi alîkarîya dewletên hêzdar ava kirine. Di wê demê de Şêx Seîdê Pîran jî serîhildabû û tevgera wî Îslamî-Kurdî bû. Ev tevger bi qasî Kurdewarîya xwe jî hereketeke Îslamî ye ku xwestîye Xelîfetîya Osmanîyan jî biparêze. Kurdan ev fikr û hizra dewleta netewî weke parçekirina ummetê dîtine. Ango ev li dijî dînê Îslamê dîtine. Lê di eynî wextî de kesên weke Enwer Paşa û Mistefa Kemal bi Ingilîz, Rus û Frensîyan re hevdîtin çêdikirin da ku dewleteke netewî ava bikin.
 
Li Başûrê Kurdistanê jî Şêx Mehmudê Berzencî li dijî Ingilîzan şer dikir. Lê Melîk Feysel bi Îngilîzan re hevdîtin çêdikirin. Ji bo dewleteke li ser bingeha Erebî “komara Erebî ya Iraqê” peyman çedikirin. Li Sûrîyê jî dîsa ji bo dewleteke “komara Erebî ya Sûrîyê”  Şukru El Quvvetlî bi Frensîyan re hevdîtîn û peyman çêdikirin. Ji bo Îranê ji eynî tişt dihatine kirin Riza Pehlevî jî bi alîkarîya Ingilîza dewleteke li ser ‘esl û esasê Persîtîyê ava dikir. Wan da’w û doza dewletên netewî dikirin, lê Kurd jî li duv yekîtîyeke ummetî bûn. Di encamê de îro ew bûne xwedî dezgeh û dewlet, lê Kurd li ber derî û dezgehên wan bûne xulam û leşkerên bi wefa.  
 
Axa Ereb û Erebîstanê bi hatina Pêxemberê Xwedê pîroz bû. Zimanê wan bi nizûla Qur’ana pîroz qedir bilind û dewlemend bû. Lê Emewîyan dînê Îslamê ji bo hizr û fikra belavkirina Erebîtîyê bikar anîn. Osmanîyan jî dînê îslamê pîştî demekê ji bo hikûmranîya Tirkîtîyê li cîhanê belav bikin bikar anîne. Jiber vê sedemê yê, Îslama ku bi destê Ereb û Tirkan hatîye belav kirin mayînde nemaye. Bi rastî jiber nêhta wan ya xerab zêdebûnek û futuhatek li dînê Îslamê nekirine. Mînak; Dewleta Emevî ya Endulusê ku ji alîyê Emewîyan ve hatibû damezrandin niha asar jê nin e. Osmanî heta bi kelha Belgradê çûne û gelek cih jî fetih kirine, lê îro mîxabin asar ji wan nin e. Lewra di vê teblîxê de berjewendîyeke netewî û bikaranîn he bûye. Lê eksê vê ew misilmantîya ku Sehabîyan Resulê Xwedê (s.x.l) û bazirganên Ereban bi halê xwe yê şexsî birine Rojhilata Dur “Orient”bi bandor bûye û îro hejmara wan misilmanan gihiştîye sed hezar milyonan. Sedem ew bû ku di vê teblîmxê de bêbendewarî he bû. Îro jî Faris di bin sîya Îslamê de Persîtîye belav dikin û hêza xwe bi qewet dikin. Lê dema ku Kurd da’w û doza Kurdistanê dikin, ew yekîtîya ummetê diavêjin hole û edebîyata biratîyê dikin.
 
Ereb, Tirk û Farisan bi versîyonên cuda yên dîn xizmet ji gel û dewletên xwe re kirin û dikin jî. Ereban di bin navê “ Birayên Misliman” de xizmet ji Erebîtîyê kirin û pere ji xwînxwarekî weke Saddam distandin. Ji ber vê yekê jî nîkarîbûn qetlîama Helebçe’yê şermezar bikin. Herwiha niha jî dibin navê selefîtîyê de DAÎŞ eynî misyonê bi cîh tîne û her cureyên zilmê li dijî Kurdên Başûr û Rojava dikin. Misilmantîya Tirkan jî ya bi navê Turk-Îslamê xizmet ji Tirkîtîyê re kir û dike jî. Vê versîyona Îslamê Qetlîamên li dijî Kurdan nedîtin û hebûna wan jî qebul nake. Ji ber ku serhildana Şêx Seîdê Pîran,  li dijî dewletê bû, li gorî wan ev serhildan jî mel’un e. Her dem wan pirsgirêka Kurdî weke “listoka hêzên derve” qebul kirine û dikin jî. Lê carakê jî wan binpêkirina mafên Kurdan ji alîyê dewletê ve neanîne ziman û her tim bi dewletê re tevgerîyane. Misilmantîya Îranîya jî bûye politîkayeke dewletê. Navê wê Şîîtîye, le mîsyona dewletê bicîh tîne. Niha bi taybetî li Başûrê Kurdistanê bi nikaha Mut’a’yê Şîîtîyê belav dike. Persîtîyê bihêz dike. Lê li gorî şerîeta xwe her roj darvekirina çalakvanên sîyasî yên Kurd mubah dibîne.
 
Bi rastî ev teza min e û ez dibêjim Ewrûpîyan ji ber hin sedeman di dema parvekirina Rojhilata Navîn de, bi peymana Sykes-Pîcot re Kurd bêmaf hiştin. Bi awayekî din heyfa xwe ji Kurdan hilandin. Ev dibe ku sedemên dîrokî bin. Yekem sedem ev e. Dewleta Merwanîyan ya Kurd di sala 1071 de bi deh hezar leşker alîkarîya Selçukîyan kir da ku bikeve Anadolê. Bi vê fethê re Tirk li serê Ewrûpîyan bûne bela Xwedê û ev bûyer bû sedema hilweşandina împaratorîya Bîzansîyan jî. Bi vê yekê dîwarê kelha parzemîna Ewrûpayê, yê Rojhilatê hêrivî. Duyem sedem jî ev e; Di dema êrişên Ewrûpîyan yên Selîbî (Seferên bixêç) de Selhedinê Eyubî nehişt ku ew bigihîjin armanca xwe û Qudsa Pîroz dagirbikin. Sedema sêyemîn jî dibe ku ev be; di dema hilweşandina dewleta Osmanî de Ereban bi Ingilîzan re hevkarî dikirin da ku dewleta Osmanî parve bikin, lê dîsa li Başûr Şêx Mahmud Berzencî li dijî Ingilîzan şer dikir. Ez di wê bîr û bawerîyê de me ku Ewrûpîyan xwestin Kurdan ceza bikin û hem jî bi destê wan kesên ku heta wî çaxî Kurdan leşkerî û dostanîya wan kiribû. Lewra mamoste Beşîkçî dibêje û dipirse; çima Ingilîzan ji bo êl û ‘eşîrên Efrîqîyan dewlet çêkirin, lê çima Kurd bêdewlet hiştin? Divê ku ev were vekolandin…
 
Welhasil ev cezayê Kurdan qedîya. Kurd biaqilbûn û îro dîplomasîyê dikin. Li dijî dijminên mirovahîyê şerekî serkeftî dimeşînin û tevî dek û dolabên dijmînên Kurdan sîyasetê dikin û yekîtîyan çêdikin. Êdî îro dikarin xwe birêvebibin. Her çi qas duh Lord Curzon’ê Îngîlîz digot ”Kurd nikarin xwe birêvebibin”, lê êdî îro, ne ew roj e. Îro demeke nû ye. Başûr ber bi azadîyê ve diçe. Birêz Mesud Barzanî jî sîyaseteke bi aqilmendî û dîplomasîyeke bi rêk û pêk dimeşîne. Ew dixwaze ku Kurd ji bo azadîya Kurdistanê li pişta wî bisekinin. Eger ev têra azadîyê bike, em li pişta tene Ey Barzanî û dibêjin. Weke ku Efrîqîyên Emerîka ji bo prosesa Barack Obama digotin “Yes We Can”, em jî dibêjin Yes “Barzanî Can”…
Yorum Ekle
İsim
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.
Avatar
Erdal - 10 ay önce
Nivisa te hemu raste tenı gotının te ye ser barzanı ez Şaş dıbinım.lı tırkıye AKP çı tine seri kurda Barzaniji Eynı vı tıne seri kurdı başur rojava ev dema evkas giting de radıbe deri ser kurdı rojava dıgıre van bı nefes dıhıle kdp her tim nav ixanetı da cıh gırtiye çava mele Mıstefa Gazi mıhemed hıla revi Barzani ji He-Man tışt ina serı kurda azıdi hıla nav deste barbar işitıda revi Barzani neşıt eşiretıkı revebibe ica kurdıstanı azad bıke çıkesji çı kımetı nadetı Barzani'ye AKP'yi